Nazika Min
M
0
Altın Yaprak
Nazika min di semayê bi ser enguşt-i ’eqîq
Da mi îro di serayê qedehek taze rehîq
Mi ji dest û yedê beyda qedehek şafî vexwar
“şe’şe’aniyyin ke-necmin bi-senahu we-berîq”
Sirrê le’lê lebê canbexş-i nizanî tu bi behs
“E’idi n-nezrete ya naçiru fe-s-sirru deqîq”
Bi lebê le’lê şekerxende şikêna şekerek
“Ena bi-l-we’di le-wasiq fe-lehe l-we’du wesîq”
Di riya durrê muradê mi serî daniye rê
“Xudtu fi l-behri we-la zewreqe we-l-behru ’emîq”
Mi ji xeflet seherê dî we du remzan kuştim
Xweş bi heqqê xwe gehiştim “ena bi-l-qetli heqîq”
Qet neko qetle dikim bê guneh û mezlûm e
“Reşeqetnî bi-nibalin we-remetnî bi-remîq”
Tîr û rim herdu li dil dan li ceger çespan-i kir
Ew ji xwîna min e riştî tiliyên şohr-i ’eqîq
Sosinên tey ter û nazik li gulan te’ne didin
“Fe-bihe l-’enberu fa’ih we-bihe l-misku ’ebîq”
çi bi kuştin çi bi hiştin tu ko ferman bikirî
Ez bi hukmê te xweş im “Ehmedu ’ebdun we-reqîq”
Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş