Remzên Te Di Canan

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Remzên te di canan ne bi endaze dirazin Heryek bi hezar rengê rewan-i me dixwazin Wan derbe li canê me wekî berq û birûskan Tîrê te di canan ne tinê sîne gudaz in Cana ji cefaya te û zulmê çi xeber dîn Ko tîrê ji cewra te di dil da me bi gaz in Perwane û bilbil bi dil in şu’leya ’işqê Lê ger tu nezer dî bi xwe ew gulşen û raz in Peyweste di weslê lew dimînim ko seraser Bişkoj û tilism û wereq û netrik û baz in Subbûhî û quddûsî û horên di bihiştê Peyweste şebê qedrê liqaya te dixwazin Sinbil bi sema tên û gulan perde dirandin Bişkiftine al-al û hişîn bûne terazin Cobar di rewan in çemenan terhê ciwan in Mestane bi ref ref li kinaran sî û qaz in Heryek bi temaşagehê husna te ji herca Teşbîhê nigaran bi cemala te dinazin Tîran li me dit dostê me tê sîne hedef kir Nazan li me kit yarê me zarî û niyaz in Mihrabê du ebrû ko ji bala ve xwiya bin Der secdegeha ’işqê niyazê me nemaz in Ger husn û mehebbet bi sera perdeê can bin Geh şah û geda geh bi xwe Mehmûd û Eyaz in Ev hor û perî çehre but û latê cemalê Der şûretê tehqîqê, Mela, ’eynê mecaz in

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.