Şêweyê Dilberê Bizan Sunnet e (Ferd)
M
0
Altın Yaprak
şêweyê dilberê bizan sunnet e şêwe ’işwe ferd
Herdu nezer ko bin qeran wacib e yek girişme ferd
Herdu qeran ko qible bin herçi dema xwiya bin ew
Wê se’etê di dînê ’işq lazim e yek du secde ferd
Xirqeyê zerq û jengê zuhd min bi meya muxane şûst
şûst û şûyek di meykedê ewwelê kar-i ferd e ferd
Neyşekerên şirînzeban mest-i bi cam û bade bên
Ferd e dibit ji tewbeyê salikê ’işqê tewbe ferd
Saqiyê sîmisaq-i ma zehra helahilî bi dest
Canê me şukr û minnet e tîzirewan e reqs e ferd
Xal-i eger bi wechekê bête qeranê ebrûyan
şubhetê Beyt-i meqdes û Ke’be dibin du qible ferd
Ez ko di de’wa ’aşiqî kifşe dikit zeban derew
Ketmê şehadetê dibit wê se’etê bi şehde ferd
Cebhet û dêm û gerdenê perde dema ji ber biret
Ferd e Mela li haciyan se’y û tewaf û ’umre ferd
Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş