Were Canim

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Were canim ko çi nazikweres în Ji gul û nesterînan em te bes în Tu şehinşahê besî min ji butan Ne muhib her ne kes û xar û xes în Ji xweh xanim vedînakî me bi tîx Tu nebat î we li teb’ê meges în Her şevem ne’rezenan ta bi seher Be segê koyê tu ra hemnefes în Bê tu billah nebûyîn yek nefesek Me tu yî rûh û mucerred qefes în Cezbe dil radihejînit ji me lew Di şevan nale ji rengê ceres în Me ji zulfên di butan reştir e bext Seheran tête perî pê nehisîn Were meyxaneyê şahidperesan şem’ê te er ne biêsîn çi kes în Me ji narî diye nûra te di dil Lew ji ’işqa te her ateşperes în ’Eynê ’işq în û di dil ateşê tor Ji sena berqê cemalê qebes în Te divê dawê birî bit nihe da Bibirim ser bi du enguşt meqes în Gerçi yekser li rexên fîl-i sifet Rast û çep bazî li seyr-i feres în Bi meyê şafî bidîn xerqeyê zerq Bi xerabatê muxan er biresîn Em qedîm bade dinoşîn ji tuhûr Lew muqîm mest û xumar û teles în Me şevan cam di kef û yarê di ber Hey hey û suhbet û mîrê ’eses în Me sera perdeyê horan e meqam Ji siya zulfê butan er verisîn Qelbê e’yan dikirit hub we wucûd ’Işqê iksîr e we em sîm û mes în Mulhimê xeybê weh imla dikirit Meded û feydê ji rûhu l-qudus în Cewherê ’alî ye ’unşur me Mela Bi-l-heqîqet ne j’ xewar, estuqus în

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.