Wey Spêde Ji Bircê (Mahi New)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Wey spêde j’ Bircê qews ebrû numandin mah-i new Xweş ji qewsê ebrûyan vê ra kişandin mah-i new Goşeyên nûnan bi ser badan ji qewsê bêweter Mislê enguşta Nebî sed ser beyandin mah-i new Keşşifî bedra temam ehsen ji bala tel’etê J’ istiwa da gezmeyan çerxê reşandin mah-i new Wê li wechê afitabê gah-i kifş û gah-i xef ’Arifên ehlê bişaret heyyirandin mah-i new Mil dizanim dane ber qewsê hilalî goşezer Lew ji bala goşeyên nûnan livandin mah-i new Ez dibêjim dê li min dîsa ceger sedpare kin Wê bi mîzan herdû şîrazî çevandin mah-i new Daxilê meclis bûyî îşev Nişanî lew ko xef Cam-i rûhanî li ehlê dil nişandin mah-i new

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.