Yarê Me Pir Nîşan û Sir

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Yar-i me pir nîşan û sir sîma ji dur dêm kewkeb e Ew lebşeker nazikbeşer cebhetseher kagulşeb e Şebkagul e xalfilfil e çînsinbil e dava dil e Min xefletî dî qibletî wek mah ditî -sa xebxeb e Min dî bi xef suhbet bi def şahê Necef fincan di kef Nûnên ji Yeng berdan xedeng wê pir ji teng şîrînleb e D’anî zuhûr dêmê bi nûr xalên di hûr cama tehûr Saqî werîn cama zerîn ew surşirîn cam meşreb e Xal û xetê şoxqametê me ji vê kitê -b û destxetê Herdem ji new dil feyd e ew ev ’işq û sew -da mewheb e Min bêqedar ev sir veşar ’işqa xedar şohtî sitar Mihra butan xal û xetan şendûqexan û meqleb e Dêmê bixal ew nûn û dal ismê celal bejna şepal Yekta elif nayê weşif min ’eqlê tif -lî mezheb e Hetta nemam salik temam şîrînkelam ma da me cam Bê cehdê qet tên emr û xet herçi ko met -leb menşeb e Dermande yim heyran te yim pîrane yim xweş bende yim Zaza bi sir dil j’êm vekir derheq me pir erzan mebe Bergên gulê ew misk e lê hûr hûr welê derheq Melê Bêperde û xweşme’de û yekwe’de û pirşefqe be

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.