Hewlêr Im Ez
A
0
Altın Yaprak
kerbê li xwe bipêçe û were
bi balefirên bask-fere
bi debabeyên rûxîner re
were bi firokên menzîl-dirêj
were bi sikorskiyan,
bi mîgan,
bi bilek-hawkan
bi hemû alavan, bi hemû çekan
bibe dojeh û were!
mêrxas be dujmin
bi mêrxasî were!
bext be ji te re
rextê te vala bûbe, dagire
tivinga te qelp kiribe, xwe biajo dev
ez û rev dujmin, ez û rev?
hewlêr im ez hewlêr im
bila çekên te tev tenete be!
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş