Ji Kîşweran Payîz e Niha

A Arjen Arî Arjen Arî
0 Altın Yaprak
sal him bi him zeman pîr dikin. heyv li kevan e geh, geh roj li ava bi kêlî û saet, bi roj û şev, bi av û hewa dem kal, ez pîrekal, zeman lal delalê, ji kîşweran payîz e niha! payîz e, dem dê xwe veguhere guherek din kêlî ê nepirsin ji te bo bibin saet û roj dê raneweste li te bo nebe şev; roj derew, şev derew, zeman nakeve xew demsal e ji kîşweran payîz e niha siltanê herwext e, kî ye ne hêsîrê zeman qurteke av in kêlî, jiyîn hilmek e bêguman aveke li herik e her çem, ber bi derya mirinê ve ne serî ne binî bi hemînî diherikî li vê çemek dimiçiqe herhal ji kîşweran payîz e niha! li xwe vegerî, pelên katjimêrê bidî hev deh cild roj, deh cild şev dê bêne ser hev! li şûna temenekê tu ê çi bikî ji tomarek pel? rûnî bisojîni wan yeko yeko tû ê temenê min û xwe bisotînî, t ê rojekê jî venegerînî ji zeman!

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.