Kulîlkên Bihara Derengmayî

A Arjen Arî Arjen Arî
0 Altın Yaprak
her bihar vedibin di çiyan de di aran de, zîndanan de her vebûn, her vedibin kulîlkên bihara derengmayî. ne sosin e ne nêrgiz e navê wan navek din e navê kulîlkên nûgihayî: di sojan de her bihar ji agir zayî sor, soring, Medya vedibin li Herakol, vedibin li Gebar her bihar vedibin li çiyayên bêmiradmayî bi xwîn bin, bi xwêdan bin agir de qiçqiçî ger bi jan bin Seîd e terhek wan, pelek wan Qadî ye tu bîhn bikî hilma wan Dêrsimî ye çar şaxan de berxwedan vebûne Riza, vebûne Barzan, Mazlûm vebûne hervebûnê de qir-qelanek jiye li vî çiyayî li wî çiyayî û hilmek rizgarî ye maye li şûn wan kulîlkên bihara derengmayî li hêviya aran nemîn kirasê tebaxê wergirtiye adarê, lewra û çar dem veguhêrîne bihara Arya her kulîlk canek gorîcan e anha vedibin kesk-kesk vedibin zer-zer, sor-sor vedibin bi her vebûnê re dibizirin û dişitilin di her dilop xwîn de bi Medyayî bîhn bik hilmek azadî ye tê ji wan kulîlkên buhara derengmayî

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.