Îro Ji Derba Xencerê

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
îro ji derba xencerê Lazim biêşan î Mela Teşbîhê zulfa dilberê Zanim perîşan î Mela Zanim perîşan î ji dil Bêhed biêşan î ji dil Teşbîhê biryan î ji dil Bi l-lah ne insan î Mela Bi l-lah çi teb’et adem î Yekser dibêm yek ’alem î Deryayê Qaf û Qelzum î Yan çerx-i gerdan î Mela Ya reb çi wê mihnetkeş î Ser ta qedem têk ateş î Mecrûhê qewsê tûzreş î Lew dil bi peykan î Mela Zanim ji ’işqê dojeh î Behrek ji narê asih î îro li mahê xergeh î Teşbîhê seywan î Mela Ev sîneya wek nay û ney Pir lê kişandin dax û key Hê dil bi naehlan didey Ya reb çi nadan î Mela Durdaneya dêmgewher e Ayîneya Eskender e Bê mirwetê dil kir ker e Mecrûhê xalan î Mela Bê mirwetê dil herişand Teşbîhê şîşê lê kişand Ker kir ceger xwê lê reşand Ateş li ser danî Mela Narê ji rengê dojehê Husn û cemala wê mehê Me d’perdeya vê xergehê Xef kir çi ’Umman î Mela îro li ’umrê xwey telef Bê şahid û cama sedef Bê çeng û saz û nay û def Zanim peşîman î Mela Zanim te kohê Tor e dil Lew her bi nar û nûr e dil şehkaseya ferfûr e dil Lew mest û sekran î Mela Her sîne tabê natemam Napuxte xam bê mihr û cam Xerqên di xwîna dil medam Le’la Bedexşan î Mela Pir le’l û dur te j’ kilkê ’işq Anîne nezma silkê ’işq Der berr û behrê mulkê ’işq Me’lûm e xaqan î Mela Bêhed li qelb-i şubhê ney Cewra te danîn dax û key Lew bêhemel xweş nîne mey Emma bi şîranî Mela Minnet ji tali’ her ji bext Asif bi text û bext û rext Belqîs ewî anî bi wext îro Suleyman î Mela Ew herdu le’l û herdu weşm Geh geh bi naz û geh bi xeşm Ew bejn û bala hate çeşm Me d’seyrê rûhanî Mela

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.