Min Dî Seher Şahê Mecer

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Min dî seher şahê Mecer lebsê di ber mexmûr-i bû Ew dêmzerî surmuşterî ya reb perî ya hor-i bû Horîweş e şîrînmeş e kagulreş e xalhebeş e Xalên di qer miska teter nazikbeşer kafûr-i bû Nazik letîf gerdenzerîf lebsê şerîf kêmxe û qedîf Min dî bi wext ew nêk bi xet îro li text fexfûr-i bû Fexfûrsur e sîmadur e heybetpur e pir dil gur e Ew hate miş min çûne hiş dil min di ’iş -qê fûr-i bû Dil bû kerî zaya berî lazim herî dê ew zerî Min dî gelek ew surmelek wek meş’elek pir nûr-i bû Dêm fener e xal ’enber e bo mawer e leb şeker e Ew meyperest meşha û mest cama di dest ferfûr-i bû Mey ber kefê meşha şefê soza defê da qerqefê Husna li dêm weşfan neşêm herçi dibêm jê dûr-i bû Da min surûş wer mey binoş zewq û xwirûş lew çûm ji hoş J’ wê ’işweya yar bû xwiya ew ne j’meya engûr-i bû Min dî b’ xewab ew mahitab da dil kulab cohtê xurab Dil şewwişand xwê lê reşand xweş herişand têk hûr-i bû Hûr kir cesed qewsên semed tîr dan kebed dad û meded Cerhan ji new xwîn daye kew ’işqa me lew meşhûr-i bû Lew yek neseq min tên sebeq nûra yeqeq da dil şefeq şîrînlebê dêmkewkebê lê bende bê destûr-i bû Dilber nezer da min seher xecilîm ji ber lê ew qeder Zanim goya ew mahrûya wek lû’lûya mensûr-i bû Paş firqetê zor muhbetê mi j’ tel’etê çûm hedretê Wesla hebîb min bû nesîb mel’ûn reqîb rencûr-i bû Cama zelal xemra helal yarê şepal da min bi hal ’Işqa xedar şohtî sitar nêv me û yar sed sûr-i bû şahî cevîn xem jî revîn marê şevîn îsand evîn Derd û bela wên çûn hela ’umrek Mela mehcûr-i bû Pir min zecir dîtin hecir ma bû ecir şubh û fecir şem’a me hil -bû sed ’emil minnet me dil mesrûr-i bû Yar we’de da b’ le’lên xwe da wer ba me da çîn perde da D’ spêdeyê çûm we’deyê ko j’ badeyê mexmûr-i bû Ihram mi best eswed bi qest yar hate mest ez çûme dest Cohtê hebeş tîr dan bi weş hecca mi xweş mebrûr-i bû Wê kagulê çînin dilê qelbê Melê dav dane lê Dava dilan nêv sinbilan ser sorgulan menqûr-i bû

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.