Cana Ji Cemala Te

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
Günün şiiri · 24 Ağustos 2026
0 Altın Yaprak
Cana ji cemala te muqeddes qebes im ez Ger xob û perîzade nezer kî te bes im ez Mislê mehê new ger te divêtin me bibînî Mêze bike camê tu dizanî çi kes im ez Yexma ji me can kir ko tecellayê li dil da Min rûhê di qalib tu yî tenha qefes im ez Hubba te ye min radihejînî ko binalim şeb ta bi seher nale ji rengê ceres im ez Min go mehê new çaşitiyê ebrûyê yarê Go min çi hed e şubhetê ne’lê feres im ez Saqî ji ezel yek du qedeh bade bi min da Hetta bi ebed mest û xumar û teles im ez Cana tu yî min can gulê bêxar-i gerem bî Minnet ko ne wek bilbilê mihnet ’ebes im ez Sed cewr û cefa dî bi me naçîn ji derê te Yekser tu nebat î we li teb’ê meges im ez Ger we te divêtin bibirî ser bike ferman Da vê se’etê ser bibirim xweş meqes im ez Ser ta bi qedem ez bisojim şubhê Melayî Perwanesifet sohtim û bêsewt û his im ez

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.