Derê Meyxaneya Işqê Seher

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
Günün şiiri · 27 Ağustos 2026
0 Altın Yaprak
Derê meyxaneya ’işqê seher ’arif ziyaret kir Bi ab-i çeşm û xwîna dil wudû best û teharet kir Werîn cama hilalê da ji ’eksê mah-i new bînî Ko xanê mihr û cergê çerx û xewanê roze xaret kir Bi mîzan qewsê mahê new li wechê dilberê min dî Ji çeşm û guşe’ê ebrû bi dor camê işaret kir Bi ebşaran nezer min çû ji çerxê qewsê ebrûyan şukurxaz în ko çehvan karê ber ’eyn-i beşaret kir Ji ber dêmê niqab avêt û destûra tewafê da Di se’yê Beyt û ihramê we min eswed ziyaret kir Di dîdarê hezaran can nisarê meqdemê yar in Kesê canan bi can bînit di ’işqê wî ticaret kir Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ’alem da xesaret kir Tinê ew secdeya şukrê te bir mihrabê qewseynan Ko delq û şeml û seccade bi vê avê qesaret kir Di behsê le’l-i leb her xam-i narit teb’ê elmasê Welê te’sîr û feydê mihrê tedbîrê heraret kir Di i’cazê beyanê da suxen ger bête inşafê Dizanit muxteşer her kes Melê sihre’ibaret kir

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.