Der Heq Me

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
Günün şiiri · 26 Ağustos 2026
0 Altın Yaprak
Der heq me bi şîrê xwe meke teqşîrê Ya bit di şuxla me bikî te’xîrê Tuxrayê Humayûn ko dikin turreyê emr Zulfa te ye anîn ji xeta tehrîrê husna te nizanim bi çi teşbîhê bikim “Fî ehseni teqwîm” lew hatiye tefsîrê Surra te li dêm ayetê kubra ye neşêm Lê d’ neql û riwayet dikirim texsîrê Ger qelbê heqîqet niye yek carê çira ’Işqa te kirîn zîr û zeber iksîrê Ma qudreta def’ê heye wer şîrê ’Elî bit Lami’ ko bidit şa’iqeya teqdîrê Bê qudretê tu, quwwetê mexlûqê çi kit Memnû’ e li nik ’eql ko bikit te’sîrê Ney bestê tilismê me bi sed xane biret Qadir heye ’arif bikirit teqrîrê Ber dilber û leb ber leb û endamê li yek Xewna me bi yarê bidinê te’bîrê Zatî ji wucûda me sebeb wê tu dizanî Naête hisabê felekê tedwîrê Ateşperesê wadiyê ’işq în û ’eceb Dînarperes û wê dibirin tekfîrê Mihraba du birhên te bibînit ’arif Niyyet çi bi cih têt dema tekbîrê Zanim te çi mizraq-i vi dil keftiye lê Carek tu goyê di derbên tîrê Teqdîrê ko hukmê li Melê carî kit Qet kes heye mumkin bidetê texyîrê

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.