Di Dest Da Yengiyek Nûbar (Ebrû)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
Günün şiiri · 30 Ağustos 2026
0 Altın Yaprak
Di dest da yengiyek nûbar-i min dî ew keman ebrû Li bala cedwelek cebbarî lê da hemqiran ebrû Ko heq ev herf û xet kêşan li talayê me derwêşan Du qewsan goşe lê badan we ser peyweste man ebrû Te dîdarî te reftarî te elmasên şekerbarî Bi ’eynê rê li ser şadan du nûn reyhan numan ebrû Bi hemdi l-lah bi feyrûzî li wechê dilberê min dî Ko mahê nû nişan min dan li taqê asiman ebrû Te’ale l-lah nişan dane bi husnê ev neseq dane Ji neqş û şen’etê heq ev nişan çeşm ev nişan ebrû Ji re’na nêrgizên şehla mecalê hemqeran bînim Hezar remz û işarat in ji wan qewsên çevan ebrû Mela dil têk te peykan in ji mehbûban me nîşan in Kemandarên di xeddar in di birca esmeran ebrû

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.