Destê Qudret

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
Poema del día · 28 agosto 2026
0 Hoja de Oro
Destê qudret ko hilavêt ji bejna te niqab Bi cemala ceberûtî me neman perde û hicab Li gulên tey ter û nazik ko seher girtî xwinav Di ebarîqê qinînan ji hesed şohtî gulab ’Eynê kafûrî ye meşreb me ji husna te ye şaf Lew ji ’işqa te di dil da me vebû ’ilmê ’ubab Me ji ser çeşmeyê heywan qedehek şafî vexwar Nagihî lezzet û zewqa me bi sed cildê kitab Lew di çengê me dixwînî ko di ’işqa te bi saz Me bi bejna te dixwînin ney û qanûn û rebab Qehweya telxê digel zehra helahil biderî Me ji destê te mubarek şekeramêz e gulab Qulzemê ’işqê ji bayê xwe muxalif demekê Di hemamatê ’ecacê me li ser destê xirab Seherê Xudrê ’inayet ko birîn çeşmeyê dil Bi cehanê me nezer da ko cehan ’eyn-i serab Bi hebabê mebe mexrûr wihe sergeşte Mela Ba vi ber keftiye wê beyhude sergeşte hebab We ye hudhud ji Seba bêt û bizanîn çi ye hal Ko li halê me xerîban ne su’al û ne cewab Herdu birhên te ne mihrab-i çi îman û çi kufr Bûd û nabûd ko yek in ev çi sewab û çi ’iqab Were nîşanê Nişanî de xwe bêperde seher Lê ji xwînê bike perhîz ko şehîdan çi hisab

Dominio público: han pasado más de 70 años desde la muerte del poeta.

Añadir una traducción de este poema ·

Puntúa este poema

Todavía sin puntuar

Toca una estrella para puntuar del 1 al 10

Comentarios

Necesitas iniciar sesión para comentar.

Entrar

Este poema aún no tiene comentarios. Sé el primero.

Usamos cookies para ofrecerte una mejor lectura. Tus datos se tratan conforme al RGPD y a la ley turca de protección de datos; puedes cambiar cuándo quieras qué cookies permites.