Hê Di Ber Qalûbelayê

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Hê di ber qalûbelayê belko ev ’alem nebû çerx û dewran dewrê gerdûn gunbedê mîna nebû ’Erş û kursî hêj di mexfî bûn di kenza qudretê Husnê heq bû istiwayê lami’a ’işqê hebû Nehtibûn hukmê sifatan ew ji zatê lem-yezel ’Aşiq û me’şûq-i yek bûn şem’ û hem perwane bû Husn û hub zatê qedîm in lê cida bûn ew ji yek Lê niha ismê hudûsê hikmet û tefsîl we bû Yek di zatê surşirînan bû cemal û husn û sur Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû ’Aşiq û me’şûq-i el-heq herdu mir’atê yek in Lew di eslê cem’ê da eslê qedîm ayîne bû Cezbe û seyra sulûkê bêmehebbet nabitin Cehdeya bê’işq û hub çendî ko kir bêfeyde bû Salikên ’işqê yeka yek hewce nînin ez bibêm Cameya pîrê terîqê ser ji nik şehzade bû Reng û reng ehlê meqamatê terîqê çûne seyr Hin celal û hin cemal û sermeyan ev bade bû Ê birî ’eynê beqayê badenoşê ’işqê bû Ê bûyî mehwi-fenayê ’aşiqê bêçare bû Êk ji wan perwane bû soht û fixanek jê nehat Êk ji wan teşbîhê goyînê bi ah û nale bû Awirên eswed’uyûnan ’aqilan sewda dikin Gezmeya ’aşiq vi dil keftî ji çehvên şehle bû ’Aşiq û me’şûq-i da wasil bi yek bin bêhicab Mehw-i bû bi-z-zati ’aşiq lew di ’işqê perde bû Lew di ’işqê da fena bû da bibit baqî bi dost ’Aşiqê fanî nebû wasil hetta baqî nebû Nuqteyê ’ilm û sewadê herf û neqşê ’alemê Ser didin me’nayekê eslê sewadê nuqte bû Her yek e û dê yek bimînit ewwel û axir yek e La cerem nabî du bê, ê dê bimînit her hebû Herçi de’wayê di ’işqê da Melê sabit kirî ’Eynê de’wayê di nefsi l-emri dîsa şehde bû

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.