Hêvî û Tewqe Dikim

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Hêvî û tewqe dikim ez ji xwidana heşemê Wê nigar û senem û padişeh û muhteşemê Carinan bendeyê dilşohtiyê mehcûr ve vinêr Bi lebê le’lê şekerbar û ji ’eynê keremê Pirsiyarê li me carek bike şîrîndehena min Ko perêhtîne firaqa te li ser derd û xemê Er ne hudhud ji Seba bêt û wekî bayê şeba Dê ji hir kû bigehit dest-i vi peygê heremê Pirsiyar-i li me bit wer ne xwe mehcûrê xerîb Dê li kê ’erde bikim vê xem û derd û elemê Haşa li l-lah ko bikim eşkere van xuşşe û derdan Wer bisojim ji xemê ’işqê tu ser ta qedemê Me bi şehrayê wisala xwe derîn tu ji xwidê ra Wer ne weqt e ko bibîn xerqeê behra ’edemê Ji gulistana cemala te gulek bête zuhûrê Ji dinê dê biçitin navê bihişta Iremê şerha halê xema ’işqa te ji kû tête nivîsîn Medhê ewşafê cemala te kuca tê reqemê Wê mecalê ko cemala xwe tecella dikirî Lazim e secde bibîn ber te di wê gav û demê Secde bin ber te rewa ye di hemî mezheb û dînan Kî dibit muşrik û kafir ji wê şêrînifemê Ger bibim ber te sucûdê di dema keşf û şuhûdê Mi li dil dê bidirit pertewê nûra qidemê “Qibletî wechuke fî kullî şebahin we-mesa’” Bi du ebrûyê te cana dixwirim ez qesemê Mûyekê ez ji te nadim bi dused Zîn û şirînan çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê Te Firing û ’Erebistan û Mecer têk-i standin Celewê xweş vegerîn, hatiye newba ’Ecemê Ma ji dîwanê se’adet seh kirî şubhê Melayî Tu bi navê mi gedayî bikişîne qelemê

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.