Îro Ji Husna Dilberê

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Îro ji husna dilberê Dîsa helak û serxweş în Remzên di wê şîrînsurê Sohtim bi pêta ateşîn Sohtim bi berqa lami' e Ew necm û bedra tali' e şemsa semayê rabi' e Lew pir ji şewqê şewwişîn Pir şewwişandin wê dil e Zulfên siyah ser dan mil e Tora muxalif silsile Selwa 'eqarib lê meşîn Selwa 'eqarib lê weten Ew nazika nûrînbeden Qendê dirêjin guft û ken Biskan di lê kir baweşîn Biska siyah re'na ye mest Yek dî bi heyran pê ve dest Hemyan bi mestî helqe best Derbendê ew zulfa reş în Êsîr kirim zulfa çelek Ew horiya şubhet melek Tîr dan ji reştûzên helek Mecrûhê qewsê pirweşîn Tîr dan ji qewsê malzirav Ew gewhera pir şewq û tav Sotin li min cerg û hinav Lew têk ji cergê herişîn Cerg û cesed têk sohtine Lew xef xedengan nuhtine Ji qewsê hilalê jih tine Heyranê dêma mehweş în Hem bedr û hem Zuhra ye dêm Ji wê 'alema kubra ye dêm Xweş destxet û tuxra ye dêm Herfan ji miskê lê nişîn Lewhê ji nû sîqal bidin Herdem ji nû ve xal bidin Da dil bi yek dî pal bidin Nuqtan ji zêrabê weşîn Zulfa siyah 'enber bike Xemlê ji zêrê zer bike Zerbaf û dîba ber bike Misk û gulavê lê reşîn Mawer ke terh û bişkoyan Cîranê berg û lû'lûyan Ew 'er'er û selwa ciwan şetrî bi mestî lê xwişîn Şetrî we tayên sor û zer Bayê nesîm lê da seher Li wê cebhetê hijiyan dû per Lewra sekara bêhiş în Meşha seher yarê şefîq Da min bi enguştên 'eqîq Ji wê badeya nûrîn rehîq Mexmûrê xemra bêxiş în Mexmûrê bê camê ez im Yexmakirê ramê ez im Çavnêrê peyxamê ez im Perwaneyê şem'a geş în Perwaneyên sotî kebed Dilber ji ber Birca esed Tîr dan ji reştûzên semed Lew têk ji xwînê neqqişîn Kuştim bi qewsê 'enber e şoxê ji dil mil dan ber e Êxiste dil sed pencere Evrenge em mihnetkeş în Mihnetkeşên roz û şebê Der firqeta şêrînlebê Zulma ji ber destê te bê Ew 'edl e em pir pê xweş în Zulma tu kî pir pê xweş im Sohtîdilê hicrankeş im Mislê perengê ateş im Rûhek mucerred bêleş în Min dî sehergaha elest Camek ji kewser dost di dest Jê da Melê lew maye mest Hetta heyatê serxweş în

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.