Şah Bi Qesda Kuştina Min

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
şah bi qesda kuştina min rim hejandin bêsebeb Da me çeşmê qehr û xeşmê rim li dil da go edeb Kuştiyên dîdar û dînê bêxeta her deh sed in Her seher dîsa ji nû wên têne kêrê sed celeb Dê ji çerxê pencumîn bêtin tenezzul kit Merîx Mislê şemsê ger kişînîtin li wan tîxên xedeb Her mecala ew di cengê bêt û ret her carekê Rast û çep dê bêxitin sed sed bi mizraq û qeşeb Ristem û Cimşîd û Xalid, hemze yan şêrê ’Elî Aferîn ya şehsiwarê tirk û rimbazê ’ereb Lê li tolê asitanê çix bi wan le’lan kirin Dergehê fethê vebû îro li mehcûran ’eceb Bendeyê sadiq seher amancê reştûzên xwe kir Min bi qewlê dijminan dit ber xedengan bêsebeb Leşkerê qehr û xeman wê çûn hişara dil bikin Ke’be û Beytu l-heram e lê bi nûr bêtin receb Suftiyên pir le’l û mircanan bi mujganan heta Dîde rewşen bûn bi dîna dêmdurê sîmînxebeb Ê vi xudrî ra divêt ava heyatê bit nesîb Dê bi se’y û cehdê yeksan bin li bal wî roj û şeb Xidmeta pîrê muxan dê kit kesê meqşûd e mey şîşe û cama zucacê ê divêt dê ret heleb Cewrê hindî dê kişînit her kesê tawûs divêt Gewher û durra yetîm bê terk-i ser têtin teleb xefletî ew keşşifî şîr dest bi dest hatin ceger Go xebînet’ya Mela miskîn me lê ker kir kezeb

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.