Sirrê Wehdet

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Sirrê wehdet ji ezel girtiye hetta bi ebed Wahid û ferd e bi zatê xwe wî nînin çu ’eded Di qidem da ezel û ’eynê ebed herdu yek in Sermediyyet we dixwazit ne ezel bit ne ebed Ferq e wahid ji ehed lê di meqamê semedî Bi heqîqet ko yek in herdu çi wahid çi ehed Yek e derya tu bizan qenc-i çi mewc û çi hebab Di esil da ko hemî av e çi av û çi cemed Afitabê ehediyyet di xwe da girtiye kewn Ne ko ’ewrek heye lê girtiye çehvên me remed Husna zatê but û latan ji cemala semed e Ji misala senemê we ko tecella ye semed Xeyrê derya niye sehra bi heqîqet emma Ji rûyê keyf e ko ev ave bûyî şubhê zebed Kulle yewmin huwe fî şe’nin nebî xafil-i jê Her peyapey ji şu’ûnan dikirit feyd û meded Ger di Adem bidiya sirrê ’ilim Iblîsî Hînema ebserehu kebbere hînen we-seced çi zeman û çi mekan û çi cihat û çi hudûd çi meqadîr û tefasîl û hisab in çi ’eded çi munafat û luzûm in çi qiyas û çi misal Ev çi tewlîd û çi terkîb e çi rûh in çi cesed Ser bi ’iczê didirit quwwetê derrake-i ma Rece’e l-’eqlu kelîlen we-meta qame qe’ed Hîret û ’icz e serencam-i di babê nezerê Key bi xaliq nezerê qasirê mexlûqê resed Guftûgoyê me’rifet çendî Mela peyda bikî Gewhera me’rifetê nagihetê kes bi xired

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.