Şahidê Qudsînişan Husn e

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
şahidê qudsînişan husn e ji remza ezel Da me bi destê surê cama meya lemyezel Mey ko biçit saxerê di destê wê dilberê şondê bi xaliq dixwim roj e di Birca-hemel Dêm-i di camê me dî sur di medamê me dî Lew me ji meyxaneyê girtiye berder mezel Her ji kevanê biweş qebdezerê goşereş Gezme bi coht têne dil kes dimirit bêecel Husn û sura şûretê kes didirit qudretê Lew di eşil dûr e jê te’neyê “lemma efel” Zorbe we têtin ’ereb têk-i çevandin qeşeb Qenc-i bi çehvan me dî ceng û cidala Cemel şîr û riman vêk-i ran pence birin têk-i ran Lew me dikin jêk-i ran qîme dikin dil digel Nazik û qenca şepal dil vegerînit mehal Lê ji me dê dil bibit dil bi me dit bi muhtemel Neyşeker û dêmdurê da me bi destê surê Cam û qedeh şubhê av lew me rewan tên xezel Gerçi di çehvên “ena” ’alem Mela kir fena “Dûne fena babikum innehu ’ebdun eqel”

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.