Umrê Dayi Bû Me (Ebes)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
’Umrê dayi’ bû me bê dilber ’ebes Wey tevê ’umrê me borî ber ’ebes Dil emanet da bi naehlan nedî Lê bi naehlan me da gewher ’ebes Da di seyra ’işqê bê dilber neçî Lê dibit seyra te bê dilber ’ebes Pir di pê weslê me se’y û cehde da Cehde û se’ya me hatin der ’ebes Ah-i wê kuştim bi derba xencerê Ma di mîlakê diret xencer ’ebes Dil ji derba kaşowan bû parepar Goy di meydanê dibit sed ker ’ebes Mehdera vî suxte’î îro bikin Ez dibêjim nabit ev mehder ’ebes Kifş e me’na kî li lewhi-sîm-i dî Nuqte’ê misk û xetê ’enber ’ebes Da Mela hişyar-i bî lê pir kesan Sîne pir lê dane seng û ber ’ebes

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.