Xanê Xanan

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Xanê xanan lami’ê necma te her pirnûr-i bî Keştiya bextê te ez bayê muxalif dûr-i bî Kewkeba se’da şeref tali’ di nêv birca te bit Da tinê j’ çerxê bela şubhê mehê menzûr-i bî Encûmê çerxê muheddeb her ji zatê tey şerîf Kesbê enwarê bikin hetta ko nefxa şûr-i bî Lew ziyaret asitanî tête şemsa dewletê Da sehergahan ji dîdarê şerîf pirnûr-i bî Extera te j’ perdeya xeybê eger bêtin zuhûr Dê bitin nişfi n-nehar e wer şebê deycor-i bî “Ayetu l-kursî” û “En’am” heykela tûxê te bin Bênihayet pir murad û bê’eded menşûr-i bî Her kinarê wergerînî pê ve ’ezm û himmetê Rayeta fethê bi neşra “lem yezel” menşûr-i bî Xeymeta nûrê ’inayet zillê memdûdê te bit Sûreyê “Ummu l-kitab” madarê hedret sûr-i bî Paş-i Newşîrwan dibêm dê hakimê ’adil tû yî Mislê hatim dê bi danê der cihan meşhûr-i bî Ma Cizîrê şubhê Darê textê heft iqlîm-i bit Hem bi hukm û seltenet Eskender û Fexfûr-i bî Mislê Cem cama zerîn xalî nebî te j’ badeyê Da ji xemra şadimanî da’imen mexmûr-i bî Ma di baxê ’êş û noşê her bi saz û erxewan Kamiran û kamibexş û dilxweş û mesrûr-i bî çendekê şîrînpuser derbendê dîwana te bin Bendê şapûrê te bin ta Xusro û şapûr-i bî Hindekê roj û şev in têk ’îd û leyli l-qedr-i bin Cam medam pir bade bit lê ne j’ meya engûr-i bî şubhetê Rûhi l-qudus ’erdê tu pê lê daynî Sebze û reyhan û nesrîn û gulê menqûr-i bî Her derê ne’lê feres şubhet Buraqê vê kevit çeşmeê heywan ji ew ’erdê mubarek fûr-i bî Ma te ’umrê Xudr û Nûh û mulkê zu l-qerneyn bitin Gunbeda çerxê mulemme’ her bi te me’mûr-i bî Xass-i teşrîfê te bin derya û derbendê ’ecem Da xelatên her seher sed zerkeş û mexmûr-i bî Gerçi der dîwanê hedret pir heqîr în şubhê mûr çeşmê te çeşmê Suleyman-i bi halê mûr-i bî Ê ne wek goy bê ser û pa bêt di benda xidmetê Ma di çewgana te her perkende û meqhûr-i bî Ma lisanê min du’agoyê li der heq weşfê xan Mezherê sirra kelamê wek di rexta tor-i bî Her di medhê te û senayê sîne û qelbê Melê Bê tefawut qulzema pir lû’lûwê mensûr-i bî Ji asitanê dewletê xayib nebî carek Mela Da ji fermanê mukerrem dem bi dem me’mûr-i bî

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.