Heyf Di Qeyda Xak û Gil Bit (Rûh)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Heyf di qeyda xak û gil bit ’arifê çalakê rûh Dê mucerred bit ko pertew dit ji new ew pakirûh Qeyd-i xak û gil nebit da bêhicab û perde bî Mislê bedrê carinan têxit xusûfê xak-i rûh şem’-i ser nûr nadirit ger ew nekit perhîza dil zewqa cama ’işqê nakit ger nekit imsak-i rûh Dil bi tayek nêrgizan de, nazikek terwende de Gul dikin teşbîhê xaran her xes û xaşak-i rûh Cama ’işqê pakê rûhanî tuhûra batin e Ê nenoşî her we ma hetta ebed napak-i rûh Hey’eta keyf û kemê bêkeyf e keyfa ’arif e Dê bimînit ger nebit naçar-i bê tiryak-i rûh Dê bi gulzara cemala sebzipûşan wê çi kit Ê di mihrê da nebit dil pare pare çak-i rûh Ber ji can derrakeyek rewşenter û wala divêt Sûretê husna muqeddes da bikit idrak-i rûh Ger xeberdar î ji sirra “kuntu kenzen” guh bidêr Da bi sed torê beyan kit me’neyê “lewlaki” rûh Lami’ê sirra tecellê ser li torê dil didit Debt-i nakit wê mecalê sed hezar eflak-i rûh Herdu îlanên te dî min toqa gerden kir medam Da mi her bêtin tebessum wek gula dehhak-i rûh Cewherê husnê eda tenha dibit meqbûl-i teb’ Ger ne şeyqel dit bi nûra ’işqê wek hekkak-i rûh Dê bi vê endaz û terzê key dibit sihrê helal Ger ne balateb’-i bit wek pehlewan çalak-i rûh Dil bi rim aviht û wî lê bar-i kir qewsê şevîn Dê bidit ber gezmeyan bêsûc-i ew seffak-i rûh şehsiwar îro kemend avêhtine qelbê Melê Bend-i nakit xeyr-i firtaka te sed fitrak-i rûh

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.