Me Ji Bil Husn û Cemalê Çi Xered

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Me ji bil husn û cemalê çi xered Bê cemalê ji peyalê çi xered Ger ne teşbîhê du birhên te bitin Me di ’îdan bi hilalê çi xered Ger ne qesta dil û canê me dikit Me ji wê şox û şepalê çi xered Ger ne rûhê me di pê dil biretin Me ji wê qenc û delalê çi xered Ger ne bi-’smê te mu’emma bin hurûf Me bi şiklê xet û xalê çi xered Neko şermende ji rûyê te biwa Afitabê bi zewalê çi xered Qestê wehdet dikirit rûh-i bi rûh Wer ne ’aşiq ji wisalê çi xered Di şebê qedrê tecella tu bikî Me li pê mûm û şemalê çi xered Ne cemala te tecellî bikirit Me ji xoban bi cemalê çi xered Ne ji le’lên te Mela behsê bikit Me ji vê behs û su’alê çi xered

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.