Mehbûbê Bi Dil Bit

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Mehbûbê bi dil bit me bi evraz-i çi hacet Enqa bi xwe bêtin firr û perwaz-i çi hacet Ney dûr e hebîbê me çi firyad û fixan kîn Wê guh li demîra dil e awaz-i çi hacet Go suxte murada xwe ji min telbe ke îro Min go ji kerîm telbe û daxwaz-i çi hacet Min nale refîq in xem û tehlî ne muşahib Firyad-i enîsê min e demsaz-i çi hacet Dildan û newaziş çi ne duşnam-i bes in min Pir derd û cefa hurmet û i’zaz-i çi hacet suhbet bi mey û çeng-i hebîbê me bivêtin Firyad û fixan mi ne bes saz-i çi hacet Razên me çi hacet weko xemmazî bizanin Eşkên me bes in dîde’ê xemmaz-i çi hacet Herlehçe çi hacet ko bi nazan bikujî min Cana ji xwe qurbana te me naz-i çi hacet Ta çend-i bi hecra xwe tu min tecribe înî Zêrê ji xwe xaliş mehek û gaz-i çi hacet Hacet niye cana yedê beyda bi deranîn Inkara di dîn da nebit i’caz-i çi hacet Esrarê ezel dê di ebed bêne zuhûrê Encamê serencam-i ji axaz-i çi hacet Ger lû’lû’-i mensûr-i ji nezmê tu dixwazî Wer şi’rê Melê bîn te bi şîraz-i çi hacet

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.