Neyşekera Gerden Ji Ac

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Neyşekera gerden ji ’ac Dîsa ji reştûzên semed Qewsên li bala ferq û tac Keyber reşandin bê’eded Keyber reşandin bêhisab Misrî ko dan sîqal û tab Sed Ristem û Efrasiyab Kuştin li wan ker kir cesed Sed padişah û Xwisrûyan Can dan ji ’işqê we rewan Nisrîn û lebsê erxewan Min dîn li bejna serwiqed Min dîn li bejna ’er’erîn Tayên zubad û ’enberîn Bayê seba da çenberîn Zulf çûne ser nûra semed Zulf çûne ser nûra zelal Carek were bayê şemal Biskan ji ser dêmê vemal Zulfan ji ber cotê esed Sehharê cohtê cadûyan îro ji remza ebrûyan Dil girt û da ber kaşoyan Ker kir li miskînan kebed Dil girt û da ber xenceran Kuştim nigar û dilberan Me j’destê zulma esmeran Dad û meded dad û meded Dilber ji le’lên xwey şefaf Da min meya gulgûn û saf Deryayê ’işqê qaf û qaf Peyweste têtin cezr û med Husna munezzeh bê misal Ser de libasê xett û xal Sergeşte heyran ma û lal Ehmed ko dî nûra semed Ellah ji nûra sermedî Yek qetreyek da Ehmedî şîrînî yû remzek we dî Medhûş-i ma hetta ebed

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.