Qelbê Me Şubih Zêr

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Qelbê me şubih zêr e ji feyda te cela girt Ma rûsiyeh û şifri-sifet reng-i şefa girt Teşbîhê bi cedwel me di nêv ateşê ’işqê Dil qelbê heqîqet bit û iksîr-i hema girt Salik kî ye hatî ji mecazê bi heqîqet şûret ne şinasî yû bi me’na ne fena girt Tenha ne li min lami’ê husna te şefeq da ’Alem bi xwe wê husn û cemalê di xwe da girt Teyxûn-i di destê te zehê dewlet û iqbal Herçî te birî dam-i di tora xwe huma girt Canê xwe me kir dane’ê dava ko vedayî Ahûsifet ew pê hissiya rahê xeta girt ’Enqa ne şigara kes e davan tu biçîn ver Dava ko li ’enqa tu vedî bad-i hewa girt Herkes seherê talibê tiştek bi çimen hat Hin sosin û hin sinbil û hin zulfê duta girt Destê me seher girt û birîn seyrê hebîbê Fi l-hali reqîbî ji hesed lerze û ta girt Ew kebkê xeraman ko di kozê li qebo hat şahînê qedayê bi texaful ji xwe ra girt Zinhar-i kesê dest-i bibit erqemê serwê Bê ’işweyê le’lan ne bi teslîm-i jiha girt Sebrê berê şîrîn e we ustad-i xeber da Lew dil me bi tehlî yû xeman xurrem û şa girt Her neşter û şewkên ko hebîbê me li dil da Min yek bi yek û têk-i li derdê xwe şifa girt ’Aşiq ji xemê saye’ê wê camê teleb kir Pir ’eql-i didêrit me ji qismê hukema girt Sef sef ne tinê gezme dibarin ji kevanan Dil kagul û zulfan di kemendê bi teba girt Dîwane’-i her tête di vê silsile û bendê Ko mustehiq e Xwisrowê xoban bi ceza girt Peyweste du fêris ji me ra daberizîn dil Zulfan bi çep û rast-i li oxilme cema girt Qewsê du hilalan ko li ser Bircê-esed bit Bû şuhre di ’amê ’emel enguşt-i numa girt şi’ra te Mela sihr-i şekerrîz e bi mu’ciz Zanim ji lebê le’lê te ev lefz û eda girt

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.