Ser Didit Abi Kewserê (Zulf)

M Melayê Cizîrî Melayê Cizîrî
0 Altın Yaprak
Ser didit ab-i kewserê Zemzeme û semayê zulf Saye numayê xawerê Sidre’ê muntehayê zulf Saye numayê cebhetê Neqş û xetê ji qudretê Nuqte û herf û cezme tê Bal û perên humayê zulf Bal û perên sifethuma Saye li cebhetê numa Xemrî û lef çûne sema Yek bi yek ew li bayê zulf Netrik û berg û şitriyan Reqs e ji rengê xemriyan Baz û ’uqab û qumriyan Seyr e seher tebayê zulf Her me ji birca sinbil e Pence di sîne û dil e Dûr û diraz û muşkil e Qişşe’ê macerayê zulf Bestine zulf-i der kemîn Helqe bi helqe çîn bi çîn Yexma dikin dilan nihîn Têne yeqîn xetayê zulf Rom û ’ecem ji her teref Ceng û suwaş e wan bi xef Hindî û zengî şef bi şef Hatine ber liwayê zulf Herdem û herse’et ji nû Pêt e di sîne nar û dû Sebr û qerar-i min ji kû ’Aşiq û mubtelayê zulf Zulfê siyahê bêwefa Qet me nedî ji wê şefa Kuştime ez bi sed cefa Ah-i ji dest cefayê zulf Zor û feqîr û mubtela Zahid û sofî û Mela Kuştine ew bi sed bela Kes nekevit belayê zulf

Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.

Bu şiire çeviri ekle ·

Bu şiiri puanla

Henüz puan verilmemiş

Yıldıza dokunarak 1–10 arası puan ver

Yorumlar

Yorum yapmak için giriş yapmalısın.

Giriş yap

Bu şiire henüz yorum yapılmamış. İlk sen ol.

Sana daha iyi bir okuma deneyimi sunabilmek için sitemizde çerez kullanıyoruz. Kişisel verilerin KVKK ve GDPR kapsamında işlenir; hangi çerezlere izin verdiğini dilediğin zaman değiştirebilirsin.