Er’erxerama Bi Qedd û Qamet
M
0
Altın Yaprak
Er’erxerama bi qedd û qamet
Yek bûse da me bi sed qiyamet
Yek bûse bexşî ewwel bi ihsan
Axir li min kir curm û xeramet
Ji jeng û zerqê dil da bişûtin
Cama sedef bên rend û keramet
Ji herdu çeşmên tey mest û xwînrîz
Nûra du çeşman kê dî selamet
Li derd û êşan peykan û nîşan
Me ji herdu çeşman kifş in ’elamet
Riswayê ’işqê tenha ne ez bûm
Kes dî zemanan hub bê melamet
Du secde ferd in fi l-hal bibîn ber
Dema xwiya bin ew qedd û qamet
Da ’eybê rendan nekî bi badê
Nufûsu qewmin biha tesamet
Mela li ’umrê bêfeyde borî
Kêşa bi zor an qehr û nedamet
Kamu malı: şairin ölümünün üzerinden 70 yıldan fazla geçti.
Bu şiiri puanla
Henüz puan verilmemiş